STENBOL - Hejmara miriyên ji ber alkola sexte bû 19

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hejmara kesên ku ji ber vexwarina alkola sexte mirine bû 19.

Her wiha 49 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li gorî agahiyan, li Stenbolê di nav 24 demjimêrên dawî de ji ber vexwarina alkola sexte 19 kesan mirin û îhtimal heye ku ev hejmar zêdetir bibe.

Her wiha 49 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li Stenbolê 13ê Kanûna Paşîn a 2025an, Agajan Bashimov û Rahmatullah Artikov ên ji Tirkmenistanê ji ber vexwarina alkola sexte miribûn û Ravshan Sayitiniyovê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî doh miribû.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Başakşehîrê li ser mirina 3 kesên ji Tirkmenistanê lêkolîn da destpêkirin.

Lê heman rojê 4 kesên din jî mirin.

Îro 8 kesên din jî ji ber alkola sexte mirin û hejmara kesên bi alkola serxte mirine bû 19.

Her wiha 49 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li gorî amarên Parêzgariya Stenbolê, sala 2024an li wî bajarî 110 kes ji ber alkola sexte bi jehrê ketibûn û 48 kesan ji wan miribûn.