Li Edeneyê 3 kesên kuştî hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregirê ya bi parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê li malekê 3 kesên kuştî hatin dîtin.
Li Taxa Yenidoganê ya navçeya Yuregirê, îro karmendên kompanyaya înternetê çûn mala Yusuf Tehçiyê 63 salî lê tevî ku malbat ji hatina kompanyaya înternetê agahdar bû derî venekir.
Karmendên kompanyaya înternetê dema li derdora xaniyê du qatî geriyan li erdê dilopên xwînê dîtin û wan tîmên tenduristiyê ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Polîsan deriyê malê vekir û li gel tîmên tenduristiyê derbasî hundur bûn û wan dît ku Yusuf Tehçî, hevjîna wî Husne Tehçiya 61 salî û xwîşka wî Semiha Tehçiya 53 salî bi kêrê hatine kuştin.
Tîmên tenduristiyê piştî lêkolîna li cihê bûyerê termên her sê kesan birin morga Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Edeneyê.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.