Li Tirkiyê di nava heftiyekê de zêdetirî 2 hezar koçber hatine dersînorkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêveberiya Koçberan ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di nav vê heftiyê de 2 hezar û 321 koçber hatine dersînor kirin. Ji serê salê heta 12ê Çile koçberên ku derbasbûna wan ya nav axa Tikriyê hatî asteng kirin 8 hezar û 129 kes bûne.
Serokê Rêveberiya Koçberan ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di derbarê koîberan da daxwiyaniyek da û ragihand; Li seranserî wî welatî ji 6 heta 12ê Çile 824 efxanî, 91 Pakistanî, 1,354 ji welatên din bi giştî 2 hezar û 269 koçber hatine girtin. Her wiha 1,101 koçberên Efxanî, 107 Pakistanî û 1,113 ji welatên din bigiştî 2 hezar û 321 koçberên hatîn girtin di vê demê de hatine dersînor kirin.
Ji serê salê heta 12ê Çile 1,578 koçberên Efxanî, 118 Pakîstanî û 1,653ê ji welatên din bi giştî 3 hezar û 349 koçber bo welatê wan hatine vegerandin.
Di vê demê de 6 hezar û 240 koçberên ku xwestine bi rêyên ne yasayî derbasî nav axa Tirkiyê bibin hatine asteng kirin.
Bi giştî koçberên ku derbasbûna wan ya nav axa wî welayî hatîn astengkirin 8 hezar û 129 kes bûne.
Hîn jî li navendên paşdevegerandinê 4 hezar û 848 Efxanî, 3 hezar û 854 Pakistanî û 11 Hezar û 44 ji welatên din bi giştî 19 hezar û 746 koçber hene.