Numan Kurtulmuş: Niha pêvajoyeke zehmetir li pêş me ye

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş got: “Niha pêvajoyeke hê zehmet li pêş me ye. Heta wê demê sala 2023ê divê em ji dilê xelkê xwe dernekevin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, li navenda partiya xwe di bernameya Kampa Perwerde-Xebatê de ku ji aliyê Serokatiya Medya û Danasînê ve hatibû amadekirin axifî.

Kurtulmuş bal kişand ser hilbijartinên 2023an û got: “Hêza me ya herî mezin a 2023an, tiştên di heyama hikûmetên me de hatin kirin, bi awayekî herî baş ji xelkê re bêjin. Em ê tişte me kiriye, bi awayekî bi bandor vebêjin. Niha pêvajoyeke hê zehmet li pêş me ye. Heta wê demê sala 2023ê divê em ji dilê xelkê xwe dernekevin.”

Kurtulmuş got jî: “Divê sosyal medya bi awayekî çalak bê bikaranîn. Ciwan gelek zanyariyan li ser sosyal medyayê bi dest dixin. Eger em di dilê xelkê de bin, dê 2023 jî 2024 jî yên AK Partiyê ne, Tirkiyê ne.”