Parêzera ji ber êrişa li Stanbolê hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer Jiyan Tosun a di teqîna li olana Îstîklalê ya Stenbolê de ji aliyê Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê weke “jina bombe teqandiye” hedef hat nîşandan, piştî gefan ji bo ewlehiya canê xwe serî li dozgeriyê gilî tomar kir.

Piştî teqîna li kolana Îstîklalê ya Beyogluyê li Stenbolê, Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê li ser hesabê xwe yê Twitterê, wêneyê parêzer Jiyan Tosun belav kir û ew weke kesa ew teqîn pêk aniye hedef nîşan da.

Her çend ku Taşkaya piştî demekê tweeta xwe jê bir jî, îdia li ser hesabên din hat parvekirin û herwiha  nasnameya Jiyan Tosun a bi wêne jî li komên Whatsappê hat belavkirin.

Jiyan Tosun ku piştî ku weke hedef hatibû nîşandan, ji bo li dozgeriyê gilî tomar bike çû edliya Stebolê.  Tosun, şevê din nekarî xwe bigihîne dozger û diyar kir ku bi sedema “ewlehiya canê wê nîne”  ew heta giliyê xwe tomar neke dê ji edliyeyê dernekeve.  

Tosun di serê sibehê li dozgeriyê gilî kir. 

Ji aliyê din ve hat zanîn ku di dema teqînê de Tosun li Qereqola Kuçukçekmeceyê bi miwekîlê xwe re hevdîtin dikir. Piştî hedefnîşandinê, hêzên ewlehiyê bi hinceta ku derbarê wê de gilî heye “derheqê wê îfadeya wê stand. Piştî karûbarên yasayî  îfadeya Tosun hat wertgirtin û paşê jî hat berdan.