Li Ewropayê qedexekirina Tevgera Gurên Boz tê gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ewropayê gotûbêjên li ser qedexekirina grûpa tirkên tundrew û nejadperest a bi navê Tevgera Gurên Boz berdewam e. Ji bo qedexekirina vê tevgera ku li Fransayê êdî qedexekirî ye, li Almanya partiyên opozîsyonê yên weke Keskan û Partiya Çep dest bi hewldanekê kiribûn û babet li gel partiyên hevpeymanên hikûmetê jî gotûbêj kiribûn.

Hevpeymanên hikûmeta Almanya Partiyên Yekîtiya Krîstiyan û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî niha pêşniyarnameya xwe amade dikin û dê bidin Wezareta Navxwe ya Almanayê.

Çavkaniyên ji nava Partiya Demokrat a Xiristiyanên Alman (CDU) dibêjin, ew dê pêşniyara qedexekirina Tevgera Gurên Boz roja Pêncşema li pêş pêşkêşî Meclîsa Federal bikin.

Tê gotin ku Grûba CDU û CSU li gel hevpeymanê xwe yê hikûmetê SPD li ser pêşniyareke hevpar diaxivin.

Endamê Komîsyona Karûbarê Navxweyî yê Meclisa Federal ji lîsteya CDU Christoph de Vries diyar kiriye ku Gurên Boz tevgera herî mezin a rastgirên tundrew e, û saziya sîxûriya Almanya bi sala ye çavdêriya çalakiyên wan dike û dide zanîn ku Tevgera Gurên Boz, Tirkan weke miletê serdest dibîne û temamê etnîkên din yên weke Kurd û Ermeniyan bi çalakiyên xwe tev dide û biçûk dibîne, ev jî metirsiyeke mezin e li ser pergala azad û demokratîk a Almanya.

Li gorî Saziya Sîxuriya Almanya li wî welatî 11 hezar endamên Tevgera Gurên Boz hene û hevpeymanên Hikûmeta Almanya gihîştine wê baweriyê ku divê were qedexekirin.

Pêştir Hikûmeta Fransayê bi fermî Tevgera Gurên Boz qedexe kiribû û ew bi wê yekê tometbar kiribû, ku “çavkaniya kiryarên tundûtîj û belavkirina kîn û nefretê” li Fransayê ne.