Ocalan: Çek dê Adar û Nîsanê bên danin
Navenda Nûçeyan- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş di hevpeyvînekê de got, eger lihevkirin di navbera şanda Hikûmeta Tirkiyeyê û rêberê PKKê Abdulla Ocalan de çêbibe, PKKê dê herî dereng di Adar û Nîsana 2015an de çekên xwe dane û PKKê bi xwe jî ev yek qebûl kiriye.
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş televîzyona Mednûçe de pirsên li ser mijara pêvajoya çareseriyê bersivand û ragihand ku eger lihevkirin di navbera şanda Hikûmeta Tirkiyeyê û rêberê PKKê Abdulla Ocalan de çêbibe, PKKê dê herî dereng di Adar û Nîsana 2015an de çekên xwe dane û PKKê bi xwe jî ev yek qebûl kiriye.
Demirtaş bal kişand ku Hikûmeta Tirkiyê dixwaze PKKê çeke dane got, ev bendewariyeke siruştî ye, lê ya girîng ew e ku ew dê bi çi rêyekê bigihin qonaxa danîna çekan.
Hevserokê HDPê diyar kir ku Ocalan ji hikûmetê re gotibû bila ew bi nexşerêya xwe werin û ewê jî li Îmraliyê ligel şêwirmend, sekretariyet û hevalên xwe wê nexşerêyê gotûbêj bikin heta ku bigihin rêkeftinekê.
Demîrtaş diyar kir ku eger rêkeftin çêbibe Ocalan di Adar û Nîsanê 2015an de banga kongreyê bike û ji PKKê bixwaze ku çekan dane.
Demiratş anî ziman ku Qendîl amadeyê piştevaniya vê nexşerêya Ocalan bike.