Desthilat dibêje “Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast” lê opozîsyon wek “Yasaya Sansurê” bi nav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyê projeyasayeke taybet bi çapemenî û medyaya civakî pesend kir. Li gorî desthilatdariya Tirkiyê ev yasa dê rê li ber zaniyariyên ne rast bigire. Lê aliyên opozîsyonê berovajî wê yekê dibînin û vê yasayê weke Yasaya Sansurê binav dikin.

Yasa ji 40 xalan pêk tê û şeva borî bi dengên Parlamenterên AKP û hevpeymaniya wê MHPê hate pesendkirin. CHP jî ragihandiye eger Serokkomar yasayê îmze bike wê bo hilweşandina yasayê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Şeva borî Parlamentoya Tirkiyê projeyasayeke bi xirecir pesend kir ku taybete bi çapemenî û medya civakî.

Desthilat dibêje “Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast” lê opozîsyon wek Yasaya Sansûrê bi nav dike.

Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç li ser “yasaya sansurê” got, “Ev yasaya sansûrê ji bo hilbijartinên 2023ê çêkirin, bo bikaribin dengê opozîsyona civakî û siyasî bêdeng bikin. Armanca wan ya sereke ev e. Ne tenê em vê yekê dibêjin. Komîsyona Venedîkê ku beşek ji Konseya Ewropayê ye û Tirkiyê jî endame wê ye di raporta xwe de eşkere gotiye, wate hemû cîhan çavdêriya vî karê we dike, ne tenê opozîsyon. Lê hun naxwazin bibîhizin.”

Li parlamentoyê herî zêde li ser xala 29emîn gotûbêj hatin kirin ku li gor wê xalê her kesekî zanyariyeke nerast derbarê ewlekariya navxwe û derve, asayîşa giştî û tendirûstiya giştî welat belav bike û bibe sedema tirs û fikaran dê bi 3 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Li gor vê xalê bikarhênerê medya civakî dikare bê girtin, ji ber belavkirina zanyariyên ku hikûmet eger wek “nûçeya nerast” bi nav bike.

Serokwekîlê Grupa IYI Partî Erhan Usta li ser yasayê anî ziman, “Dema yek bêje li Tirkiye hejarî heye, gendelî heye, para sêwiyan tê dizîn eger delîl jî bên pêşkêşkirin wî kesê dadgeh dikin û heta 3 salan ceza dikin. Ev tiştekî nerast e. Pêwîst nake em zêdetir Tirkiye di warê demokrasiyê de daxin asta herî jêr. Ev yasa zilm e, ev yasa sansur e, bi ti şêwazî em qebûl nakin.”

Nîgeranî heye ku ev yasa ji aliyê hikûmetê ve xirab bê bikaranîn û bibe sedema otosansûrê di nûçeyan de, lê AKP gotinên opozîsyonê red dike.

Cîgirê Serokê  Giştî yê AKPê Mahir Unal got, “Di yasayê de heye, yên ku sînorê dayîna zanyariyan derbas nekin û daxuyaniyên bi armanca rexneyê bidin nayên sûcdarkirin. Ligel vê yekê jî hatiye diyarkirin ku dê dadwer biryar bidin da kîjan zanyarî û nûçe nerastin lê ligel van hemûyan yasa bi awayekî siyasî nirxandin ez wek serkeftinê dibînim. Ti peywendiya vê yasayê bi îdîayên li vê derê re tûne ne.”

Yasa ji 40 xalan pêk tê û şeva borî bi dengên Parlamenterên AKP û hevpeymaniya wê MHPê hat pesendkirin. CHP jî ragihandiye eger Serokkomar yasayê îmze bike dê bo hilweşandina yasayê serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn bikin.