Ji ber Rojava derbarê Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn hat despêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Enqerê derbarê Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Enqereya paytexta Tirkiyê, derbarê Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu de, ji ber ku li dijî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê derketiye, lêpirsîn da destpêkirin.

Sezgîn Tanrikulu derbarê êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar ên bo ser Rojava de li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotibû, “Divê hikûmet bizane; ev şerekî neheq e û şerekî li hemberî Kurdan e.”

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi hinceta ku Sezgîn Tanrikulu ‘Komara Tirkiyê biçûk xistiye’ ew lêpirsîn derbarê wî de daye destpêkirin.

Êrişa Tirkiyê li gel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di roja xwe ya şeşan de berdewam dike û heta niha hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî.