HUDA-PAR: Em dê li dijî endamtiya Swêdê ya NATOyê deng bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA-PARê ragihand ku ew dê li Parlamentoya Tirkiyeyê li dijî endamtiya Swêdê ya NATOyê deng bidin.

Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu roja yekşemê li Stenbolê beşdarî 3emîn Kongreya Asayî ya navçeya Pendikê ya HUDA-PARê bû û li ser mijarên di rojevê de axivî.

Yapicioglu di axavtina xwe de ji ber mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê rexne li helwesta desthilata Tirkiyeyê girt.

“Çi destê me were em dê bikin”

Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di axaftina xwe de got:

“Li ser êrişên dijî Quranê berpirsiyariya rêveberên dewletê tenê ne belavkirina peyamên şermezarkirinê ye.

Ji bo biryara endamtiya NATOyê ya Swêdê li parlamentoyê neyê qebûlkirin çi destê me were em dê bikin.”

Yapicioglu li ser rewşa aboriyê jî rexne li desthilatê girt û got, divê desthilat bi bacên zêde barê welatiyên hejar girantir neke û divê ji dewlemendan zêdetir bac bê wergirtin.