Di lehiya herêma Derya Reş de hejmara miriyan zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên herêma Derya Reş ya Tirkiyê li gor agahiyên herî dawî 14ê Tebaxa 2021ê hejmara kesên ku ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane gehîşte 40 kesan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), di lehiya parêzgeha Kastamonuyê de 34 û li Sînopê ji 6 kesan canê xwe ji dest dane û yek kes jî hê wenda ye. AFADê da zanîn ku li navçeyê xebatên lêgerîna welatiyê wenda berdewam in û 9 welatiyên birîndar jî li nexweşxaneyê tên derman kirin.

Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku li parêzgeha Kastamonuyê lehiyê bandor li 228 kesan kiriye û 12 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan  13ê  Tebaxa 2021ê  serdana navçeya Bozkurtê ya Kastamonuyê kir ku herî zêde zerar dîtiye û got, bajarên  Kastamonu, Bartin û Sinop wek “Deverên Karesatê” hatine ragihandin.

11ê Tebaxa 2021ê li pênc parêzgehan Samsun, Karabuk, Bartin, Sînop û Kastamonu yên Tirkiyê ku dikevin ser herêma Derya Reş lehî rabû û bû sedema zerar û ziyaneke zêde.