Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêleke germayê dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke germê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daye ber xwe, li gor pisporên keşûhewayê germa dê li hinek bajaran bigihêje asta herî bilind ku li Rihayê û Mêrdînê ku wê cihên herî germ li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bin, pileya germê dê bigihêje 45 pileyan.

Çend roj in pêleke germayê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daye ber xwe. Li bajar û navçeyên deryayî yên Tirkiyê welatî ji bo ku xwe hênik bikin pêl bi pêl berê xwe didin peravên deryayê.

Welatiyê ji Stenbolê Sertan Kulabaş anî ziman, “Li perevan ji ber ku sîber e û ba tê hinekî din hênik e. Ez gelekî hest bi vê yekê dikim. Ez li malê ji ber germaya zêde nikarim bi başî razêm.”

Li deverên ku derya lê ne jî xelk xwe di ava çem û rûbaran de hênik dikin.

Welatiyê ji Kirklareliyê Volkan Demîr got, “Hewa gelekî germ e. Me kar dikir, em ji ber germayê bêzar bûn û em hatin vê derê da ku em seyranê bikin û xwe hênik bikin.”

Li gor pisporên keşûhewayê germa dê li bajarên germ  îro bigihe lûtkeyê. Pileya germayê dê îro di nava rojê de li Stenbolê bo 38 pile, li Enqere 40 û li Îzmîrê bo 42 pileyan zêd bibe. Germaya herî zêde jî li Bakurê Kurdistanê dibe bi awayekî li parêzgehên Riha û Mêrdînê germa bo 45 pileyên sîlîzî zêde dibe.

Rêxistinên tendirustî û Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê bi taybet bang li kesên bi temen, zarok û nexweşan kirine ku li hember germaya zêde tedbîrên pêdivî werbigirin. Ji ber egera lêdana tav û germayê di demjimêrên nîvro de dernekevin derve û zêde avê vexwin.