Nirxê benzînê careke din tê zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê benzînê careke din tê zêdekirin û ji sibê û pê ve nirxê benzînê 1 lîre û 32 qûrûş zêdetir tê firotin.

Bi daketina lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî, nirxê sotemeniyê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her diçe giran dibe.

Li gor çavkaniyên sektora sotemeniyê ji roja Şemiyê 15ê Temûza 2023an û pê ve nirxê benzînê bi 1 lîre û 32 qûrûşan zêde dibe.

Piştî zêdekirina Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) ji %18 bo %20an li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê rojane tê zêdekirin. 10ê Temûza 2023an nirxê benzînê 45 kuruş û nirxê motorînê jî 43 kuruş hatibû zêdekirin.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulana îsal nirxê benzînê bi rêjeya %25.4 hatiye zêdekirin.