Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê erdên genim 24 milyon donim kêm bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, erdên ku genim lê têne çandin 24 milyon donim kêm bûne.

Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, cîhan bi giştî bi qeyrana genim û xorakê re rûbirû maye. Qeyrana genim bandoreke zêde li Tirkiyê jî kiriye, ku welatekî girîng ê çandiniyê ye.

Opozîsyona Tirkiyê rexneya li desthilatê digre û dibêje, desthilat girîngiya pêwîst nade çandiniyê û piştgiriya cotkaran nake.

Parlamenterê CHPê û yê Edenê û Endamê Komîsyona Karên Gund, Daristan û Çandiniyê yê Parlamentoya Tirkiyê Ayhan Barut ragihand; “Ji ber xoşewîstên hawirdeyê qadên çandiniyê bi lez kêm dibin. Eger piştgiriya cotkarên xwecihî neyê kirin, dê qeyrana xorakê rû bide.”

Ayhan Barut derbarê qeyrana xorakê de hişyarî da û got: “Li Tirkiyê li ser 93 milyon donim erd genim dihat berhemanîn, lê demên dawî daket 69 milyon doniman û 24 milyon donim kêm bû. Di dema desthilata AKPê de 70 milyon ton genim hat hawirdekirin û 20 milyar dolar pere hat dayîn. Divê çandiniya welatê me têre me bike. Desthilata AKPê li şûna berhemanîna xwecihî û piştgiriya cotkaran, rêya hawirdekirinê hildibijêre. Eger ev 20 milyar dolar wek piştgirî bo cotkarên me bihata dayîn, dê bi zêdetirî bihata berhemanîn û em ji bo hawirdeyê neçar nediman.”