Li Mêrsînê bo desteserkirina 28 kesan operasyon

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro polîsan bi hinceta “Cemaeta Gulen” bo desteserkirina 28 kesan dest bi operasyonê kirin.

Şaxên Terorê û Tawanên Organîze yên Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê, bi hinceta li ser navê “Cemaeta Gulen” kar dikin bo desteserkirina 28 kesan operasyon da destpêkirin.

Li parêzgeha Mêrsînê, polîsan îro Çarşemê 14ê Hezîranê demjimêrên sibehê bi beşdariya tîmên taybet bi hevbeşî bi ser gelek malan de girtin.

Heta niha nayê zanîn di operasyonê de çend kes hatine desteserkirin, lê operasyona polîsan berdewam e. Kesên tên desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê tên birin.