Albayrak: Pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê dê asayî û geştir bibin

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê, Berat Albayrak ragihand, di pêvejoya nû de û bi avêtina hin pêngavên erênî pêwnediyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê dê ber bi asayîbûnê ve biçin û tekez kir, ku têkiliyên navbera Enqere û Hewlêrê dikare ber bi rewşeke erênîtir ve biçe û geştir bibe.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê di çavpêkevtinekê de li gel kanala CNN Turk derbarê pêwendiyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de axivî.

 

Berat Albayrak ragihand, di wan 10 salên derbasbûyî de pêwendiyên navbera Enqere û Hewlêrê û bi taybetî li gel Barzanî di rewşeke baş û pêşketî de bûn û diyar kir, Tirkiyê di rewşên herî zehmet de, piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Berta Albayrak herwiha amaje bi rola Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwnediyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kir û got, di mijara têkiliyên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêwîst e were zanîn, ku Erdogan dawî li siyaseta redkirin, înkar û asîmîlasyonê anî.

 

Albayrak amaje bi wê yekê jî kir, ku di van demên dawiyê de dilşikestinek di pêwendiyên her du aliyan de çêbû û tekez kir, lê belê Tirkiyê ti şaşî li hemberî wan (Herêma Kurdistanê) şaşî nekir.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Tirkiye sedema wê dilşikestinê dizanin û diyar kir, ku bi baweriya wî bi derbasbûna dem re ji bo nehêlan û qerebûkirina wê dişikestinê hin pêngav dê werin avêtin.