HDPê li ser rewşa tenduristiyê ya Meral Daniş Beştaş daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser rewşa tendirustiyê ya Serokwekîla grûba HDPê Meral Daniş Beştaş de daxuyaniyek belav kir ku roja Pêncşemê li parêzgeha Erzeromê di bûyereke trafîkê de birîndar bibû. HDPê ragihand neştergerî bo Beştaş hatiye kirin û di beşa  çavdêriya hûr a nexweşxaneyeke Enqerê de çareseriya wê berdewam dike.

Roja Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an li navçeya Gogsî (Qereyazî) ya ser bi parêzgeha Erzeromê otomobîla ku Serokwekîla Grupa HDPê  û berbijêra wê parêzgehê ya Partiya Çep a Kesk (YSP) Meral Daniş Beştaş  têde bû qeza kir.

Di bûyerê de Beştaş û 2 kesên din birîndar bibûn. Beştaş û 2 kesên ligel wê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyazî hatibûn rakirin û ji wê derê jî bi balafira ambulans bo Enqerê hatibûn veguhastin.

Encûmena Rêveberiya Navendî ya HDPê roja Înê 14ê Nîsana 2023an li ser rewşa dawî ya Meral Daniş Beştaş daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

HDPê ragihand ku Beştaş piştî bûyera trafîkê bo Erzeromê û ji wê derê jî bo Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Enqerê hatiye veguhastin û got, ”Bo Beştaş ku şikestin  di pişta wê de hebûn, vê sibê neştergerî jê re hat kirin. Piştî ku neştergeriyek serkeftî jê re hatiye kirin çareseriya Beştaş li beşa çavdêriya hûr berdewam dike. Rewşa herdû hevalên me yên din jî baş e.”

HDPê got, “Em spasiya hemû wan aliyan,  gelê me, dost û kesên ji partiya me dikin ku ji destpêka bûyerê ve digerin û pirs dikin. Baweriyeke me ya temam heye ku Beştaş dê bi wê hêza ku ji gel û têkoşîna me wergirtiye di demek kurt de bigihe silametiya xwe û vegere ser xebatên xwe yên siyasî.”