Li Tirkiyê giringîdana bi roja evîndaran kêm bûye

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê di van salên dawî de giringiya bi roja evîndaran tê dan kêm bûye, hemwelatiyek di vê derbarê de dibêje, “welatê me û herêma me keşêyên mezin hene û em di rewşeke wiha de nikarin çi pîrozbahiyan bikin”. Li Tirkiyê heman demê mijara kirîna diyariyan jî dibe cihê nîqaşan.

Weke gellek welatên cihanê roja 14ê meha 2 li tirkiyê jî roja xweşevîstan hatiye qebûıl kirin, lê di van salên dawî de ji ber sedemên weke aboriya nebaş û herwiha  çend sedemên civakî û tevliheviya  siyasî pûtepêdana xelkî jî ji bo vê rojê kêm bûye.

Mehmet Alacatlî dibêje: “Gellek kêşeyên dinyayê hene, raste ku rojên wisa xweş in û bîranîn xweş in, lê em dibînin ku rojên wisa guvaşê li ser ciwanan dikin, kirîna diyariyan weke ferz tê dîtin, lê hin kesan qet pere nîne ku diyariyan bistîne.”

Esma Kesercik ku pîşeya wê mamostatî ye, dibêje: “Em mamoste ne û ji xwe karê me pêwîste bi xweşevîstî were kirin, her roj rojên jihevhezkrinê ne. Em û hevalê xwe , em diyariyan nakirin , lê em ê bi hev re xwarinekê bixwen.”

Yek ji nîşaneya herî diya ya roja xweşevîstan jî gul in. serokê jora gulfiroşên Tirkiyê dibêje ku ew pêşbinî dikin ku ji bo vê rojê jiblî coreyên din yên gulan  herî kêm 3 milyon ket gulên sor werin firotin ku bihayê her yekê 10 heta 30 lîre ye. her çende amareke fermî  û giştî li ser xercê kirina gulan li berdeset nebe jî   lê rewşa aboriyê bandora xwe li bazara gulfiroşan jî dike.

Muslîm Tekin ku karê gulfiroşiyê dike, ji Rûdawê re diyar kir: “Me hemû amedekariyek kiriye, em dikarin bi her awayî pêwîstiya bazarê dabîn bikin , lê ji ber rewşa xirab ya bazarê karên me jî nebaş in.”

Bi helkevta roja xweşewîstan li gellek bajarên cuda çend bername û pêşnegh jî hatine vekirin. Yek ji wan jî pêşengeha nêwdewletî ya kelûpêlên diyare ye.Pêşengeh weke her îsal îsal jî bû wan kesan bûye derfet yên ku dixwazin diyarekî cawaz bistînin .

Welatiyên Enqerê derbarê amadekariyên roja evîndaran de nerînên xwe tîni ziman. Welatiya bi navê Dîlek Ayşe Çagdan dibêje: “Li vê pêşengehê  gellek tiştên cuda cuda hene, kî çi bixwaze peyda dibe.”

Mahmut Defne ku pîşeya wî firoşkarî ye, ji bazara xwe ya di roja evîndaran de razî ye û dibêje: “Ez yekem car e li qadeke wisa beşdariyê di vê pêşengehê de dikim, ez bawer dikim ku dê di salên pêşiya me ev core pêşengeh bi rêkûpêktir werin encamdan. Gellek qelebalix nîne, lê dîsa jî em ji qazancê xwe razî ne.”

Ji bo roja xweşevîstan bi taybetî jî bajarên weke Stenbol, İzmir û Antalya û herweha navendên geştiryara zivistanî û yariyên berfê  û li  gellek Moll û restûrant û otêl jî amadekarî têne kirin.