Li Stenbolê di 24 saetan de 11 kes bi alkola sexte mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di 24 demjimêrên dawî de hejmara kesên ku ji ber alkola sexte mirine gihîşt 11 kesan

Li gorî zanyariyan, li Stenbolê 38 kesan ku 26 ji wan biyanî ne ji ber vexwarina alkola sexte serî li nexweşxaneyên bajêr daye.

Di 24 demjimêrên dawî de ji 38 kesên ku li nexweşxaneyan dihatin dermankirin 11 ji wan mirin.