Parêzerê malbata Dedeogullari: Hemû şehîd in

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê doza kuştina 7 endamên malbata Kurd Dedeogullari ya li Konyayê, Abdurrahman Karabulut, qurbaniyên malbatê wek şehîd bi nav kir.

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Tîrmeha 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin. Di dozê de destpêkê 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 jê hatin berdan.

Doza kuştina malbata Kurd a Dedeogullari sibe li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut ligel serokên çend baroyan û Berdevkê PDK-Bakurê parêzer Hişyar Ozalp îro serdana goristana qurbaniyanên malbata Dedeogullari kir.

Abdurrahman Karabulut li ser goristanê axaftinek kir û endamên malbata Dedeogullarî yên di êrişê de canê xwe ji dest dane wek "şehîd" bi nav kir û got: “Bi baweriya min cihê wan bihişt e, ji ber ku şehîd in. Ew şehîd in, zaliman zilm li malbatê kirine û vê yekê jî berdewam dikin. Xwestin wan ji cih û warên wan koçber bikin. Li dijî zilmê li ber xwe dan û heta ku canê xwe dan. Kesên wiha bêşik dê li ba Xwedê jî wek şehîd bên qebûlkirin. Em dê li vê dinyayê û li dinyaya din jî hesab bixwazin.Beriya kêliyekê li vir mela dia kir got, `ji bo ku edalet pêk were rêya rast nîşanê dewletê bike. Eger neyê ser rêya rast bi lanet li wan be. Em jî ligel vê diayê dibin.”

Karabulut bi bîr xist ku sibê rûniştina yekem e, tişta ji destê wan bê dê bikin û wiha pê de çû: “Em dê ji hemû kesên ku tiliya wan tê de heye hesap bipirsin. Em dê li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî parêzeriya wan bikin. Me di wextê xwe de ji rayedaran re got, lê wan ew neparastin, ji ber ku jiyana wan li ba erzan bû. Lê dê êdî wisa nebe.”

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, 4ê Tebaxê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Malbat ji peyamnêrê Rûdawê re axivîbû

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.