3 birayên Îranî mirî hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê 3 birayên ku tê gotin ji Îranê ne di mala xwe de mirî hatin dîtin.
Li gorî zanyariyan xizmên 3 birayên Îranî yên ku li taxa Guzelobayê ya Antlayayê di qata 8emîn a avahiyekê de diman, demek e ji wan agahî wernegirtine.
Li ser vê yekê saet derdora 15:00an hêzên ewlehiyê ji rewşê hatin agahdarkirin.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn mala wan û derî şikand û ketin hundir.
Polîsan termê her sê birayên Îranî di heman odeyê de dîtin.
Li gorî lêkolînên destpêkê her sê bira di temenên derdora 30 salî de ne û berî 10 rojan mirine.
Heta niha sedema mirina wan nehatiye ragihandin.
Lêkolînên li ser bûyerê didomin û piştî karûbarên otopsiyê dê sedema mirina wan diyar bibe.