Hevjîn û 3 zarokên xwe kuştin: Zanyariyên nû derketin holê

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî li navçeya Beyogluyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, kesekî bi çekê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştin û hewl da bi heman çekê xwe jî bikuje.

Bûyer şeva borî li Kolana Yokuşbaşiyê ya Taxa Haciahmetê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê çêbû.

Li ser bûyerê agahiyên nû derketin holê, Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk çû taxa ku malbata Naymanan lê dijiya û bi cîran û xizmên wan re axivî.

Li gorî agahiyên Rawîn Stêrk, Ozgur Nayman madeyên hişbir bi kar dianî û di lêgerîna polîsan de jî di malê de madeyên hişbir hatine dîtin.

Derket holê ku qeydên sabikayê yên madeyên hişbir û çend tawanên din ên Ozgur Nayman hene.

Berê jî hewl daye ku xwe bikuje

Herwiha hat zanîn ku Ozgur Nayman berî çend salan jî hewl daye ku xwe bikuje.

Xizmên malbatê diyar kirin ku ew nebûne şahidê pevçûnên wan û dibêjin komkûjî ji ber pirsgirêkên derûnî yên Ozgur Nayman rû daye.

Cenazeyên Sevîlay Nayman, Çinar Alî Nayman, Hezdar Alaz Nayman û Ozgur Bugra Nayman piştî rapora otopsiyê radestî xizmên wan hatin kirin.

Li Cemxaneya Yenîbosnayê rêkarên olî hatin kirin û xizmên wan cenaze ji bo veşartinê birin Goristana Ayazagayê.

Hat diyarkirin ku Sevîlay Nayman ji Dêrsimê û Ozgur Nayman jî ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ne.

Hat zanîn ku Ozgur Nayman berî 3 rojan têkildarî komkûjiya ku kiriye li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kiriye lê kesî parvekirina wî nedîtiye.