STENBOL - Jin ji bo parastina mafên xwe daketin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê jinan ji bo parastina mafên xwe yên destûrî xwepêşandan kir.

Jinên Stenbolê daketin qadan û xwestin ku di sererastkirina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de mafên wan bên parastin.

“Serokkomar bi saya civakê li ser wê kursiyê rûniştiye”

Sekretera Giştî ya Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînîn Fîdan Ataselîmê got:

“Serokkomar eger li ser wê kursiyê rûniştiye ev bi saya vê civakê û bi saya Destûra Bingehîn e.

Ew dibêje, “Ez dê bibim navbeynkar.” Kes nikare di vê mijarê de navbeynkar be.

Ji ber ku kes ne di ser Destûra Bingehîn re ye.”

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryareke Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser azadkirina parlamenterê girtî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê red kir.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê herwiha li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn gilînameyek tomar kir.

Piştî vê yekê Serokkomarê Tirkiyeyê piştgirî da biryara Dadgeha Bilind.

Vê yekê jî guman xist ser serxwebûna Dadgeha Destûra Bingehîn.

“Em dizanin ku dikarin wan mafan ji me bistînin”

Xwendekar Ronahî Akyuzê anî ziman, “Parastina mafên jinan bi Destûra Bingehîn ve girêdayî ye.

Hewl didin wê yekê nehêlin da ku tiştekî jin pişta xwe bidinê nemîne.

Ji ber wê em li vir in. Destûra Bingehîn tenê tomarek e ji bo mafên me, haya me ji wan mafan heye.

Lê mixabin ew wiha dizanin ku dikarin wan mafan ji me bistînin.”

Tê çaverêkirin Adara 2024an du yan sê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bên guhertin.

Rêxistinên jinan ji wê yekê dilgiran in ku endamên bên destnîşankirin, li gorî daxwazên deshilatê biryarê li ser dosyeyan bidin.