Li Bursayê li ser derenceyên dibistanê nivîsên nijadperest hatin nivîsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Darayî yê sendikaya Perwerdehiyê (Egitim-Sen) ya Bursayê Yusuf Ozmen li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsa “Yan Tirkî biaxive yan jî bêdeng bimîne” ku li ser derenceyên dibistaneke Bursayê hatiye nivîsandin parve kir.

Ozmen da zanîn ku wî wêneyê ku li ser derenceyên dibistaneke li Bursayê hatiye nivêsandin kişandiye û dibêje “Slogana `Bi Tirkî biaxive, pir biaxive` ku di 12 Îlonê de li Girtîgeha Amedê hatibû nivîsandin hat bîra min. Li cihekî ku gelek komên etnîkî lê dijîn gotina `Yan bi Tirkî biaxive yan jî bêdeng bimîne` bi kêmanî faşîzm e.”

Nivîsa "Bila zimanê Tirkî di zimanê we de neçe!" ku li ser derenceyekê hatibû nivîsandin balê dikişîne wekî gotarek ku hêmanên etnîkî yên din dike hedef.

Ji HDPê pêşniyazpirs

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî mijarê birin parlamentoya Tirkiyê

Tiryakî li ser vê mijarê bi daxwaza Wezîrê Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê Mahmut Ozer ku bersivê bide, pêşniyazpirsek pêşkêşî parlamentoyêê kir.

Tiryakî pirsî ka haya wezaretê ji vê îdiayê heye yan na û gelo ew bi van nêrînan re ne û pirsî “Gelo lêpirsînek îdarî û/an dadwerî li dijî kes an jî kesên ku ji nivîsandina gotarên navborî hatine destpêkirin û ger erê, di kîjan qonaxê de ye?”

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê jî li ser mijarê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî yên Kurdî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nivîsa ku li ser derenceyên dibistanê hatiye nivîsandin wek "nîjadperestî" hat şîrovekirin.

Di daxuyaniyê de ev kiryar hat şermezarkirin û dibêje “ev kirya û helwesta rayedarên dibistanê di serî de cudakariya li hember zimanê Kurdê û zimanê din in.”