Ji sedî 55 xelkê Tirkiyê: Erdogan sedema krîza aborî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya Yoneylemê ji sedî 90î xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên krîza abori, bêkarî û pirsgirêka debarê wek pirsgirêkên ku dîvê bi lez bên çareserkirin dibînin.

Kompanya Lêkolînê ya Yoneylemê di navbera 27ê Cotmeh û 3ê Mijdara 2021ê li 27 parêzgehan ligel 2 hezar kesan rapirsiyeke bi navê “Panela Sîyaseta Tirkiyê” çêkir û encamên wê belav kirin.

Li gor rapirsiyê rêjeya kesên ku dibêjin ji rewşa aboriya Tirkiyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berpirsiyar e bi zêdebûna  9 puanan gehiştiye ji sedî 55ê. Ji sedî 26 beşdaran jî gotine sedema krîza aborî “êrîşên aborî yên hêzên derve” ne.

Berî çend rojan Kompanya Yoneylem derbarê hilbijartinan de jî encamên rapirsiyekê belav kiribû û li gor rapirsiyê li Tirkiyê ji hilbijêran hatibû pirsîn, "Eger vê Yekşemê hilbijartinek çêbibe, hûn ê dengê xwe bidin kê?" AKP ji sedî 31,8, CHP ji sedî 30,3, ÎYÎ Partî ji sedî 13,1, MHP ji sedî 6,4. Bi vê jî Hevpeymaniya Millet bi 5.2 pûanan ketiye pêş Hevpeymaniya Cumhur. Herwiha pirsgirêka herî girîng a gel daxwaz kiribû ku bê çareserkirin jî hejarî bû.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e û şevê din 12ê Mijdara 2021ê bihayê her dolarekî Amerîkî 10 lîreyên tirkî derbas kir.