Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê îstîfa kir

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku daxwaza dûrxistina wî ji nav refên AK Partiyê hatibû kirin, îro di konferanseke rojnamevanî de, Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê bû, ji endamîtiya AK Partiyê îstîfa kir û ragihand, ew dê li Tirkiyê bizaveke nû ya siyasî dest pê bikin.

Ahmet Davutoglu li ofîsa xwe ya li Beysukent a Enqerê daxuyanî da medyayê û ragihand, wî xeyal jî nedikir ku daxwaza dûrxistina wî ji nav refên AK Partiyê bê kirin û got, wiha xuya ye ku piştî 18 salan ji damezrandina AK Partiyê, di qedera wî de dûrxistina ji partiyê jî hebûye.

Wî siyasetmedarê navdarê Tirkiyê herwiha tekez kir, wî ji ber daxwaza dûrxistina ji AK Partiyê, hest bi şermê kiriye.

Davutoglu dest ji kar berdana xwe ji endamîtiya AK Partiyê aşkere kir û got, ji bo ku mijara dûrxistinê, nebe mijara partiyê û serokê giştî yê partiyê, wî biryara îstîfayê daye.  

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Davutoglu herwiha diyar kir, ku AK Partî ji prensîpên xwe yên destpêkê, ku li ser wan prensîpan hatibû damezrandin, dûr ketiye û tekez kir, êdî cihê xebata wan di nava refên AK Partiyê de nemaye.

Davutoglu herwiha mijara dûrxistina xwe û kesên din ji nav refên AK Partiyê weke “proseyeke tesfiyekirinê” bi nav kir.

Di vê konferansa rojamevanî de, Davutoglu aşkere jî kir, ku ew dê tevgereke nû ya siyasî ava bikin, ku “mirov û dewleta hiqûqê têde esas were girtin û herî zêde xizmeta xelkê bike.”

Bi gotina Davutoglu ew dê sîstemekî nû li Tirkiyê ava bikin, ku “hemû pêkhate bikarin tê de bi awayekî azadane, xwe îfade bikin û nirxên hevbeş ên civakî tê de hebin. Herwiha sîstemek bê avakirin ku gendelî, hejarî û qedexe lê nebin.”

Davutoglu wiha axivî: “Tabela demkî ne û tişta mayînde, nirxên ku jiyana me û hemû awayî têkoşînan watedar dikin, mayînde ne. Partiyên siyasî çiqas xizmeta van nirxan bikin, ew qas watedar in. Emê bibin parêzvan û berdevkê van prensîpan. Di vê çarçoveyê de jî emê sîstemekî destûrî ya ku mirov li navenda wê ye û hemû nirxên civakî û gerdûnî diparêze, esas bigrin. Herwiha dewletekî hiqûqî bê avakirin ku hemû pêkhate bikarin tê de bi awayekî azadane xwe îfade bikin û nirxên hevbeş ên civakî tê de bijîn. Her wiha sîstemek bê avakirin ku gendelî, hejarî û qedexe lê nebin. Her wisa emê karekî wisa bikin ku dahata hevbeş bi awayekî adilane bê dabeşkirin û bazirganiya azad bê mîsogerkirin û ji aliyê din ve jî em dixwazin sîstemekî demokratîk ava bikin ku nifşên nû bikarin bi hêviyên mezin li paşeroja xwe binêrin. Baweriya me bi wê yekê heye ku welatekî bihêz, aram û bi rûmet bi vê rêkê bê avakirin. Di vê çarçoveya nirxên ku me behsa wan kiriye, avakirina tevgerekî siyasî û destnîşankirina rêkekî nû, ji bo me weke berpirsyartiyekê ye. Em daxwaz ji wan kesan jî dikin ku bi berjewendiya xelkê xwe difikirin û bêne bi me re, bihevre vî karî bikin.”