Navenda Kartan a Bankayan hejmara kartên krediyê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kartan a Bankayan ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 35 milyon kes kartên krediyê bi kar tînin ku bi giştî 85 milyon kes li wî welatî dijîn.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ji ber enflasyona zêde û bihabûnê, xelk ji neçariyê ji bankayan kartên krediyê werdigirin û pêwîstiyên xwe deyn dikin.
Li gorî amaran, hejmara kartên krediyê 3 qatan zêde bûye.
Herwiha 35 milyon û 100 hezar kes karteke krediyê yan jî zedetir ji kartekê bi kar tînin.
Hejmara kartên krediyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 108 milyon û 300 hezaran.
Meha Hezîrana 2023yan 162 hezar kesan cara yekem karta krediyê bi kar aniye.
Bi giştî serê her welatiyekî 22 hezar û 534 lîre deynê kartên krediyê heye.
Sala par di heman mehê de ev deyn serê welatiyekî 8 hezar û 781 lîre bû.
Herî zêde li parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Bîlecik û Sinopê yên Tirkiyeyê deynên welatiyan ên kartên krediyê zêde bûne.
Li gorî amaran, welatiyan herî zêde li marketan û piştre di sektora tenduristiyê de kartên krediyê bi kar anîne.