Muharrem Înce CHP rexne kir: Spasiya dengdêrên Kurd nekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Muharrem Înce ku biryar e tevgereke bide destpêkirin, ragihand ku partiya wan di hilbijartinên herî dawiyê de, bi saya dengdêrên Kurd biser ket, lê qet spasiya Kurdan nekir.

Parlamenterê CHPê Muharrem Înce ku bi îdiayên dê partiyeke nû ava bike bûye rojev, li Enqerê civîneke rojnamevanî saz kir û tê de behsa tevgera xwe ya nû kir.

Muharrem Înce ragihand ku 4ê Îlonê li bajarê Sêwasê dê tevgera xwe ya bi navê “Di hezar rojan de tevgera welat" bide destpêkirin.

Înce rêveberiya partiya xwe, bi taybetî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û diyar kir ku eger ew ji CHPê veqete jî ew dê “ji bo rizgarkirina par CHPê be”.

Înce got: “Tevgera îro me daye destpêkirin tevgera ‘di hezar rojan de welat’ e. Em dê 4ê îlonê dest bi tevgera xwe bikin û tevgera me dê hêza xwe ji gelê me werbigre. Di nav tevgera me qet dê dijminên Ataturk nebin.”

Bi gotina Înce ti armanceke Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo desthilatdariya Tirkiyê nîne û ew dibêje: “Em di hilbijartinên dawiyê de bi saya hemwelatiyên me yên Kurd biserketin. Serokê giştî spasiya dengdêrên Kurd nekir.”