Babacan: Em dê bê merc û bazar mafên Kurdan bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Dîloka Bakurê Kurdistanê di merasima vekirina şaxa partiya xwe ya navçeya Şehîdkamîlê de axivî û gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li Amedê rexne kirin. Babacan ji Erdogan re got, hûn nikarin pêvajoya çareseriyê li Amedê cuda û li Enqerê bi awayekî din binirxînin û tekez kir, “Em dê bê merc û bazar mafên Kurdan bidin.”

Babacan ku roja Duşemê tevli merasima partiya xwe ya li Dîlokê bû, amaje bi pêvajoyê çareseriyê kir û got, “Di dema pêvajoya çareseriyê de ku li Amedê lê xwedî derket, gelek tiştên wê bi zanîna wî çê bûbûn ku îro di hinek dozan de wek tawan tên qebûlkirin. Vêna dizane? Lê pêwîst e êdî biryarekê bide; Pêvajoya çareseriyê bûyereke edlî ye ku bûye mijara dadgehkirinê an ji ber ku bi serneket ezmûneke ku jê xemgîn e? Hûn nikarin pêvajoya çareseriyê li Amedê cuda û li Enqerê cuda binirxînin.”

Babacan derbarê pêvajoya çareseriyê de rexneyên tund li Erdogan girtin û got, “Gelo dixwaze bêje me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin û me hinek partnerên pêvajoyê kirin girtîgehê? Di demekê de ku şîrîkên çareresiyê di girtîgehê de ne, ku hinek bi saya pêvajoya çareseriyê ketine girtîgehê û dîsa divê ji bîr neke ku bi saya pêvajoya çareseriyê li koşka serokomariyê ye.”

“Şaş bû ku mafên Kurdan kirin mijara bazarê”

Babacan got: “Em tevgereke siyasî ne ku dizanin ji rabirdûyê dersan werbigrin. Hewldana pêvajoya çareseriyê nêteke baş bû. Lê belê qebûlkirina mafê Kurdan ku ji dayikbûnê xwediyê wan in bû mijara bazarê, bû mijara danûstandinan şaşiyek bû. Em ê hemû mafê welatiyên xwe ku wek şîrê dayika wan li wan helal in bêmerc, bêbazar û bêguftugo bidin. Em ji çi êş û hawareke ku berê hatiye jiyandin kor û lal nabin. Ji bo ku ev êş dubare nebin çi ji destê me were em ê bikin.”

Babacan dibêje: “Ev mejiyê ku hebûna meseleya kurdan ji binî ve red dike ne mimkune ku meseleya kurdan çareser bike. Ewilî divê tu pirsgirêkê qebûl bikî. Dema tê Amedê berxa li qeraxê Dicleyê tê bîra wî û dema diçe Enqerê li tenişt gur hemû dibe hilm. Dibêje ez li ser gotinên xwe yê 2005a me. Em bi bîr bînin di 2005an çi gotibû lê em bi bîr bînin ku di 2015-19 û 20an de jî çi got; Di 2005an de gotibû: Pirsa kurd ya min e. Ez bi bîr dixim di 2015an de jî got `Hebe nebe pirsa kurd. Birêmin çi pirsa kurd? Di 2019an de jî ji welatiyên me yên kurd re gotibû; bicehemin Kurdistanê. Hîn nû di 2020an de jî gotina `pirsa kurd` tineye dubare kir. Birêz Erdogan hûn li ser kîjan gotina xwe ne?”

Erdogan çima Bahçelî nebir Amedê?

Babacan rexne li şirîkatiya AK Partî û MHPê jî girtin û got, “Şirîkê biçûk ji bo `pêvajoya çareseriyê` gotibû xiyanet e, lê Erdogan ji xwe re fikiriye gotiye tiştê li Amedê tê axaftin dê li Amedê bimîne û li gor wê rihet rihet axifiye. Birêz Erdogan çima şirîkê xwe yê biçûk birêz Bahçelî bi xwe re nebiriye û bi hev re dîmen nedane?”