Betlaneya Cejna Qurbanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojên betlaneyên Cejna Qurbanê hatin diyarkirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dê betlaneya Cejna Qurbanê 9 roj bin.

Kabîneya Serokomariyê ya Tirkiyê roja Duşemê 12ê Tîrmehê bi serokayetiya Erdogan civiya û di nav de rojên betlaneya cejnê hinek biryarên nû hatin stendin.

Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê biryarên nû ji medyayê re ragihandin.

Erdogan got, “Biryar hat dayîn ku betlaneya cejna qurbanê 9 roj bin. Dê gelê me ji 16 Temûzê roja Înê heta 26 Temûzê roja Duşemê di betlaneyê de be. Herwiha dê di cejnê de bi kar anîna rêyên otoban û piran belaş be û hemwelatî dikarin ji roja îniyê ve otoban û piran bi belaşî bi kar bînin.”

Li ser bêrêziya li beramber dêra ermeniyan jî, Erdogan ev tişt wek “provokasyon” bi nav kir û got, ol û baweriya wan çi dibe bila biba bêrêzî li beramber nayê qebûlkirin.

Roja Sêşemê 20ê Tîrmehê Cejna Qurbanê ye.