Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyarî barana zêde û lehiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, dê heta sê rojên din li gelek parêzgehên wî welatî baran bibare û li hinek parêzgehan jî egera lehiyê heye. Lewra hişyarî hatiye dayîn ku divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, ji îro 13ê Hezîrana 2023an û heta roja Pêmcşemê li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de baran bibare û li hinek parêzgehan jî eger heye teyrok bibare, herwiha egera rabûna lehiyê heye û hişyarî hatiye dayîn ku divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya navborî diyar kiriye ku ligel baranê li çend herêman dê ba û bahoz jî hebe û dê pileya germê li gor pileyên demsalê be.

Çend roj in ku li hejamreke parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye baran dibare. Doh êvarî jî li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê û Samsuna Tirkiyê ji ber barana zêde lehî rabû û rêyên nav bajaran tejî avbûn. Li gor agahiyên hatine belavkirin, baran û teyrokê bandoreke nerênî li çandiniyê kiriye.