Desteya Bilind a Hilbijartinan îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartina Stenbolê ku bitemamî were betalkirin red kir.  

 

CHPê li ser biryara betalkirina hilbijartina herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ya hemû navçeyan bitemamî were betalkirin serî li CHP û ÎYÎ Partiyê dabû. 

 

CHPê ji bilî Stenbolê ji bo hilbijartinên Serokamariyê û parlamenteriyê ya heyama 27emînê jî ku bê betalkirin îtiraz kiribû. Heman îtiraz ji aliyê ÎYÎ Partiyê jî hatibûn kirin. 

 

Lijneya Desteya Bilind a Hilbijartinan îro hevdîtinek kir û biryar da.

 

Desteya Bilind a Hiulbijartinan hemû îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartinan red kirin.