Li Stenbolê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê, di êrîşa çekdarî de kesek hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Kolana Etîbankê ya Taxa Mehmet Akîf Ersoyê 3 gumanbaran bi çekan gule li derdorê barandin.

Gumanbarên ku hat zanîn dora 20 salî ne paşê ji cihê bûyerê reviyan.

Di êrişê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Yek ji birîndaran li gel midaxeleya bijîşkî canê xwe ji dest da.

Polîsan ji bo girtina gumanbaran xebat da destpêkirin.