Hatay: Berpirsê kontrola avahiya “Sîteya 600 Malan” hat girtin

13-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hatay Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê berpirsê kontrola avahiya “Sîteya 600 Malan” ku di erdhejê de 1200 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn Cihat Ateş bi biryara dadgehê hat girtin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûn sedema hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê kesên ku di çêkirina avahiyên hilweşiyayî de xemsarî kirine, lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Sûcên Erdhejê ser bi Serdozgeriya Komarê ya Hatayê de roja Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an derbarê berpirsê kontrola avahiya “Sîteya 600 Malan” Cihat Ateş de biryara desteserkirinê hat dayîn. Herwiha li ser wê biryarê Ateş hat desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî hat dayîn.

Li navçeya Antakya ser bi parêzgeha Hatayê li Taxa Guzelburçê di erdhejên 6ê Sibatê de 58 avahiyên “Sîteya 600 Malan” hilweşiyabû û di encam de 1200 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Di erdheja Mereşê ya 6ê Sibata 2023an de, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de bi hezaran avahî jî hilweşiyan û zerar dîtine. Lêpirsîna derbarê berpirsên wan avahiyên hilweşiyane berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst