HDP: Eger AKP û MHP bimînin rewş xirabtir dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên opozsiyonê li Tirkiyê ji awayî birêvebirina welatê xwe û rewşa wê ne razî ne. Hevseroka HDPê hevpeymaniya AK Partî û MHP bi hevpeymaniya krîzan binav dike û dibêje heta ev hevpeymanî li ser desthilatê be dê rewş her xriab be. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî dibêje li himberî vê rewşa heyî pêwîst e aliyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin.
Rewşa Tirkiyê û birêvebirina wî welatî cihê rexneya tund a partiyên opozsiyonê ne. Partiya Demokrat a Gelan HDP, hikûmeta niha ya wî welatî bi sedema têşkçûna rewşê di gelek waran de dibîne. Hevseroka HDPê dibêje, desthilat heta 2023yan xwe nagire.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got: “Heta Hevpeymaniya Krîzan, AKP û MHPê li ser desthilatê bin, têkçûna rewşê berdewam e. Eger hûn dixwazin di wê yekê de bigihêjin ku desthilat çi dike, herin li dosyeya Kobanê binerin ku tijî kemîn e.”
Beşek ji partiyên opozsiyonê rexneya wan li amarên fermî yên dewletê jî heye. Partiya Pêşerojê projeyek bi navê “Modêla Dadperweriyê” pêşkêş kiriye.
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî got: “Îro li Tirkiyê, dibe pêwîst be em hemû, tevaya stafên siyasî yên welat helwestê li ser babetekê bikin. Em dibînin nêzîkî hemû amarên fermî, ji aliyê baweriyê ve, di asta herî nizim de ne.”
Her çî berpirsên desthilatê ne, kêmtir bersiva wan rexneyan didin, û bêhtir şanaziyê bi destkeftiyên borî dikin, ku yek ji wan jî pîşesaziya berevaniyê ye.
Firokeyên şer ên bêfirokevan, ev firokeya ku ji aliyê hejmarekê ji welatên din jî bikar hatiye. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, dibêje niha êdî Tirkiyeke bihêz heye.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Em bûne xwedî hêz û karîn, me firokeyên bêfirokevan dirust kirin. Îro me PKKê têk da. Me teror jinav bir. Xelkên rojhilat û başûrê rojhilatê Anadolê (mebesta wî Bakurê Kurdistanê ye) ketine rewşeke aram û asayişê.”
Tevî ku li gorî rojjimêriya hilbijartinê ya Tirkiyê, Hezaîrana 2023yan, parlemento û serokomar têne hilbijartin, lê opozsiyon hilbijartina pêşwext bi pêwîst dibîne.