Li Stenbol, Bursa û Îzmîrê 11 endamên MLKPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol, Bursa û Îzmîrê yên Tirkiyê, 11 endamên Partiya Marksîst-Lenînîst Komunîst (MLKP) hatin desteserkirin.

Li gor medya fermî ya Tirkiyê, tîmên Şaxa Terorê yên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, îro 13ê Adara 2023an li Stenbol, Bursa û Îzmîrê li dijî MLKP û rêxistina wan a ciwanan SGDFê operasyon kirine.

Di operasyoneke hemwext de ku bo desteserkirina 14 endamên MLKPê hat kirin, li her sê bajaran 11 kes hatin desteserkirin. 11 kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariyê hatin birin. Kar û xebatên desteserkirina 3 kesan jî berdewam in.

Roja 12ê Adara 2023an jî li parêzgehên Stenbol, Enqere û Edene yên Tirkiyê, di nav de rojmanevanek 9 endamên partiyên sosyalîst hatin desteserkirin.