BURSA - Otobusa geştyaran li stûna elektrîkê da: 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Osmangaziyê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê, şeva borî otobusa geştyaran li stûna elektrîkê da.

Di vê qezayê de, 4 jê zarok 10 geştyar birîndar bûn.

Otobusa ku geştyarên Qeter, Îraq û Endonezyayî ji Çiyayê Uludagê dibirin Stenbolê, li navçeya Osmangaziyê ji ber baran û şiliyê ji rê derket û li stûna elektrîkê ya li kêleka rê da.

Di qezayê de 4 jê zarok 10 geştyar birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî xerab e.