Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Abdullatîf Şener li ser civîna 6 partiyan dibêje, divê ev wek derbaskirina qonaxekê bê dîtin û li ser bangnekirina HDPê jî di wê baweriyê de ye ku ev yek “ne piştguhkirina HDPê ye û hesab bo dengên her partiyekê tê kirin.” Hevserokê HDPê yê Amedê jî dibêje, "Ti aliyek bêyî Kurdan û HDPê nikare serbikeve."
Civîna 6 partiyan
Li Enqereya paytexta Tirkiyê, duh serokên Partiya Komarî ya Gel (CHP), IYI Partî, Partiya Saadet, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat civînek saz kirin ku demek bû di rojeva siyaseta Tirkiyê de bû.
Civîna her 6 partiyan 5 demjimêr û 15 xulekan berdewam kir û di daxuyaniyeke hevbeş de, beşdarên civînê, ew kombûn wek dîrokî û çarenûssaz binav kirin û eşkere kirin, ew dê roja 28ê Sibatê danezanekê belav bikin ku ew li ser rêkkeftin e.
Di daxuyaniya hevbeş a her şeş partiyan de bi ti awayî behsa Kurdan an jî çareserkirina Pirsa Kurd nehat kirin.
`Rêkeftin tê berfirehkirin`
Parlamenterê CHPê yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî bultena 13.00 a Rûdaw TVyê bû û civîna 6 partiyên opozisyonê û helwesta li hember HDPê nirxand.
Abdullatîf Şener civîna her 6 aliyan `girîng` binav kir ji bo guhertina desthilatê û got, “Rêkeftina ku hebû di navbera van partiyan de tê berfirehkirin. Ev gelek girîng e. Wek rojeke dîrokî dê bê dîtin.”
Şener dibêje, “Sîstema Serokatiya Tirkiyê nikare bersiva daxwazên welatiyan bide û pirsgirêkan çareser bike”, lewma wek girîngtirîn xala civînê, “rêkeftina aliyan a ji bo guhertina sîstemê û cîbicîkirina Sîstema Parlamenteriya Bihêz” dibîne.
Her 6 partiyan ku xwe ji bo desthilatê amade dikin, bang li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sêyem mezintirîn fraksiyona parlamentoya Tirkiyê ye nekirin û cih nedan HDPê.
`Li Tirkiyê du partî jî bicivin gelek zehmet e`
Li ser vê yekê, parlamenterê CHPê amaje bi hebûna nêrînên ciyawaz, helwesta dengdêr û biryarên partiyan kir û got, “lewma rêkeftina hemû partiyan bi hev re carna dibin sedema zehmetiyê û dibin sedema ziyan gihandina hewldanan.”
Abdullatîf Şener li ser pirsa “Gelo ti partiyeke ji wan her şeş partiyan vetoyek li ser HDPê hebûye da ku beşdar nebe?”, got, “behsa tiştek wisa nehatiye kirin. Li Tirkiyê du partî jî bicivin gelek zehmet e. Ev divê wek derbaskirina qonaxekê bê dîtin.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar duh di gotara xwe de li kongreya partiya xwe ya li Nisêbîna Mêrdînê, cih da vê mijarê jî û diyar kir, her çiqas ew civînên aliyên opozisyonê girîng dibînin, lê bêyî Kurdan û HDPê ti aliyek nikare serbikeve û tekez kir ku divê aliyên opozisyon wê `xeletî`yê nekin û nebin şopdarên “rêya AKP-MHPê”.
Girîngiya rol û bandora Kurdan
Parlamenterê CHPê yê Konyayê Abdullatîf Şener jî li ser vê mijarê, amaje bi kar û xebatên li ser dengdaran kir û bi gotina wî hesab li ser her tiştî tê kirin “lê carna hinek rewşên wisa derdikevin rojevê, dema hûn li gel partiyekê kom dibin, li gel partiyên din nakokî derdikevin. Jihevcudabûn çêdibe. Dema gelek partî bi hev re kom dibin, divê gelek bi hestyarî tevbigerin bo ku rêkeftin hilneweşe.”
Di hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê de, di serî de li Stenbol û Enqerê, CHPê bi piştgiriya dengên Kurdan karî piraniya şaredariyên mezin ên Tirkiyê ji destê AKPê derxîne.
Li ser pirsa têkildarî vê rol û bandora Kurdan û HDPê jî Abdullatîf Şener, amaje bi hebûna hejmara dengên HDPê kir û ragihand, ew rêz li her dengekê digirin û hesab bo vê yekê jî dikin û got, “Em ji %100ê dengderan bo xwe wek mixatab dibînin û hemû dengderan li ber çav digirin.”
`Bêyî HDPê nikarin serbikevin`
Li aliyê din Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyat Ceylan jî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û helwesta opozisyonê ya li hember HDPê nirxand.
Zeyat Ceylan helwesta li hember HDPê rexne kir û got, nabe opozisyon bikeve şaştiya hikûmetê û hewl bide HDPê paşguh bixe.
Hevserokê HDPê yê Amedê diyar kir, ti alî nikarin bêyî Kurdan û HDPê bibin desthilat, ji ber ku bi gotina wî, HDP li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê partiyeke bihêz û xwedî bandor e.
Zeyat Ceylan di axaftina xwe de tekez jî kir ku divê partiyên opozisyonê yekdeng bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse