Onder: Dewletê hîn biryar nedaye ka dê bi Kurdan re çi bike

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder got, “Dewletê hîn biryar nedaye ka dê bi Kurdan re şer bike yan aştiyê.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder derbarê pêvajoya nû ji MAyê re axivî.

Sirri Sureyya Onder, "Tişta ku em ji raya giştî cuda dizanin, naveroka hevdîtinên me ye.

Dema ku pêvajo bigihêje astekê dê raya giştî agahdar bibe lê ji xeynî vê tişta em zanin û vedişêrin tineye.”

Nezelalbûna pêvajoyê

Onder li ser pirsa "Gelo ev nediyarbûn normal e?” wiha got:

"Ez nabêjim normal e lê ev nezalalî ne li ser samîmîbûna pêvajoyê ye an na, li ser konjonkturê ye.

Yanî ne tenê em, kesên ku dewlet û aktorên Rojhilata Navîn birêve dibin jî ji bo vê nezelaliyê ji holê rakin hemleyên cuda dikin.

Di vê pêvajoya ku em jî tê de ne, hewldana ji holê rakirina vê nediyarbûnê yek jê ye.

Niha nezelalî ne Amerîka, ne Îsraîl, ne Îran, ne Tirkiye û ne jî aktorên din ên di qada Sûriyeyê de dê çi bikin. Ev zelal bûye.

Ne diyar e ku desthilata nû li Şamê dê çi bike û dê çawa Sûriyeyê ava bike. Ocalan di vê heyama nezelaliyê de pêşniyara xwe ya Rojhilata Navîn daniye holê.

Di vî alî de ya herî zelal pozîsyona Ocalan e.” 

“Gelo dewlet dê bi Kurdan re şer bike yan aştiyê pêk bîne?”

Onder amaje bi wê yekê kir ku dewletê hîn biryar nedaye ka dê bi Kurdan re çi bike û wiha pê de çû:

"Gelo hikûmet di wateya ku em jê re dibêjin ‘aqilê dewletê' wê têxe dewrê, li hemberî nezelaliyê dê bi Kurdan re aştiyê çêbike û bi vî rengî hewl bide li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke, yan wê bi Kurdên Sûriyeyê re ‘di nava lepikê nerm de bibe kulma hesinî’ têkeve nava pevçûneke dijwar?

Tişta ku dixwaze xwe bigihînê ev her du ne. 

Li gorî min ji ber di vî alî de Tirkiyeyê hîn biryareke zelal nedaye di vê pêvajoyê de ne zelal e.

Li aliyê din ên ku berdêla aştiyê dane, bi taybetî jî civaka Kurd hin fikarên wan hene.

Gelek derdor rewşa ruhî ya civakê weke ‘xweşbîniya bi fikar” pênase dikin. Normal e ku di demên wiha de fikar hebin.

Her wiha ev civak xwedî feraset û tecrûbeye. Ji tiştên jiyaye ders derxistine.

Ji bo têgihîştina vê serdemê xweşbîniya bi tedbîr şeklê aqilmendiya civakê ye. Ev xweşbîniya tebdîr di rastiyê de tê wateya ne tenê nebûna bendewariyan di heman demê de ji bo aştiyê jî tê wateya afirandina xebatê.

Divê aştî daxwaza hevpar a her kesê ku li van xakan dijîn be û ji bo ku em bigihêjin vê yekê divê em hemû bi kedên ku heta niha hatine dayin bêhtir bidin.”

“Ocalan ewlehiya Kurdan û azadiya wan esas girtiye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Onder wiha got:

“Erê, dema mirov li hin derdoran dinêre bi rastî jî sosret e. Bi taybetî li van derdoran ger ku Kurd razemeniya 'aştiyê' bikin dê derfeta mezin, ango îhtîmala serxwebûna Kurdistanê ji dest bidin.

Îcar eger niha aştî çênebe, dê deriyên derfetan li ber Kurdan vebin? Kurd dê ji nakokiya hêzên mezin rizgar bibin û bigihîjin azadiyê?

Ev îhtîmalek e ku xetereyên mezin hildigire. Ocalan ji destpêkê ve amaje bi wê yekê dike ku eger Kurd vê rîskê bigirin ser milê xwe, dê bi xwe re karesateke dîrokî û serketineke dîrokî jî bîne.

Teoriya konfederalîzma demokratîk a Ocalan li ser van her du îhtîmalan ava bûye.

Yanî Ocalan ne ku 'ne Kurdistanî bû', ji ber ku ewlehiya Kurdan û her wiha azadiya wan esas girtiye, teorîyeke bi vî rengî daniye holê.

Ji du meylên dewletê yên cuda du nêzîkatiyên ji bo Ocalan hene ku dibêjin êdî dema pêkanîna vê teoriyê hatiye. Ji ber vê yekê hem Ocalan û hem jî tevgera Kurd di mijara aştiyê de zelal in.

Dema ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê 'pêvajoya' ya rast dê dest pê bike.

Dibe ku ji vê pêvajoya heta niha navê 'pêvajoya çareseriyê' neyê kirin. Lê divê aştî weke yek ji gavên girîng û pêşî yên çareseriyê bê dîtin.

 Weke şande em li ser pêşxistina xebatan bi erênî sekinîn. Bê guman çi ji destê me tê em dikin û hewl didin rê li ber van geşedanên neyînî bigirin.

Lê ne tenê berpirsyariya me di heman demê de berpirsyariya hemû civakê ye ku tevî vê pêvajoyê bibin û bigihînin encamê.

Ji ber vê yekê her ku pêvajo bi pêş ve diçe, dê derfeta me hebe ku em li ser hin tiştan zelaltir biaxivin."