Wezaretê qeyûm danî ser Şaredariya Akdenîzê
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin li şûna wan qeyûm hat danîn.
Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan bi hincetên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Piştî ku Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wan qeyûm hat tayînkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeymeqamê navçeya Akdenîze ya Mêrsînê Zeyît Şener wekî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kir.
Endamên Meclisê jî ji kar hatin dûrxistin
Her wiha bi biryara Wezareta Karên Navxwe, Hevseroka Şaredariya Akdenizê Nuriye Arslan û endamên encûmena şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn girtin, ji kar hatin dûrxistin.
Çi bûbû?
Hevserokên Şaredariya Akdenizê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclisa şaredariyê yên DEM Partiyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan 10ê Kanûna Paşîn hatibûn desteserkirin.
13ê Kanûna Paşîn a 2025a Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Aslan, Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hikmet Bakirhan bi biryara dadgehê hatin girtin û Yakup Daniş jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.