TKDFK: Îsal 357 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDKF) ragihand ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 357 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
TKDKFyê rapora xwe ya kuştina jinan a 10 mehên 2024ê belav kir.
Li gorî raporê, ji 1ê Kanûna Paşîn heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2024an 357 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
TKDKFyê diyar kir ku mirina 61 jinan bi guman e.
Li gorî raporê, 198 jin bi çekê û 77 jî bi amûreke birînê hatine kuştin.
Piraniya jinan di nav malbatê de hatine kuştin.
Ji jinên ku hatine kuştin 168ê wan zewicî, 96 nezewicî, 26 ji wan ji hevjînên xwe cuda bûne, mehra dînî ya 10 jinan hebû û rewşa zewacê ya 55an jî nehatiye zanîn.
135 jin di nav malbatê de hatine kuştin.
53 jin dema ji hev cûda bûnê, 45 jin jî ji aliyê nasekî xwe ve, 41 jin jî ji aliyê evîndarê xwe ve hatine kuştin.