Mala malbata Dedeogullari dibe muzexane

12-11-2022
RÛDAW
Li Konyayê mala malbata Dedeogullari ku 7 endamên wê lê hatibûn kuştin dibe mûzexane.
Li Konyayê mala malbata Dedeogullari ku 7 endamên wê lê hatibûn kuştin dibe mûzexane.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê doza malbata Dedeogullari dibêje, li parêzgeha Konyayê mala malbata Dedeogullari ku 7 endamên wê lê hatibûn kuştin dibe mûzexane. Çetîn Dedeogullarî jî ku yekane endamê malbatê yê ku ji komkujiya rizgar bibû, ji Rûdawê ragihand ku ku ew dê mala ku komkujî lê hatiye kirin bikin muzexane.

Parêzerê doza malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêne û peyamek belav kiriye û dibêje, ji bo mala malbatê bibe mûzexane kar û xebat hatine destpêkirin.

Karabulut got: “Li vê malê 7 kes rûbirûyê êrîşê bûn û piştre jî hatin qetilkirin. Me anî ziman ku malbat di metirsiyê de ye û wan biparêzin lê wan êrîşkar parastin. Heta niha jî êrîşkar bi destê darazê tên parastin. Xwespêrê me dest bi karê mûzexaneyê kiriye.”

Çetîn Dedeogullari ku niha ew tenê ji malbata Dedeogullari sax maye beşdarî bultena Rûdawê bû û got: “Çi dibe bila bibe, malbata min a dê venegre. Bi cezayên çend mehan edalet nabe, yên ku ev kirine bila di girtîgehê de birizin, lê êşa min dîsa jî bidawî nabe, tenê ez ji malbata xwe rizgar bûm. Ez nikarim wêneyan jî temaşe bikim.”

Dedeogullari diyar kir ku ji bilî edaletê tiştekî din ji rayedaran nexwestiye û wiha got: “Yên ku ev kirin niha li derve ne, ev yek min diêşîne, ne 7 caran 700 caran kuştin. Di meha Gulanê de êrîşî mala bavê min kirin. Du raporên lêkolîna cihê tawanê yên cihê dibêjin ku şer li mala/erdê bavê min qewimiye, lê dadger dibêje ku bûyer li kolanê qewimiye û li rapora lêkolîna cihê tawanê jî nanihêre.”

Çetin Dedeogullari herwiha da zanîn ku ger edalet pêk neyê ew dê piştî dadgehê dest bi nobeda edaletê bikin û got, “Min jî mal boyax kir, ez ê malê bikim muze. Wêneyên endamên malbata min ên hatin qetilkirin, cil û bergên wan û tiştên heyî dê di muzeyê de bin."

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Temûza 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Temûzê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê niştecîh bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivikayetî bi wan dihat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst