Li Parlamentoya Tirkiyê xaleke din a Yasaya Sansurê hat pesendkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê xaleke din a projeyasaya derbarê sansurkirina medya civakî û nûçegihaniya li ser înternetê de, hat pesendkirin.
Di Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de duh xaleke din a projeyasaya derbarê sansurkirina û astengkirina medyaya civakî û nûçegihaniya li ser înternetê de bi piraniya dengên AK Partî û MHPê hat pesendkirin.
Li gor wê maddeya ku hatiye pesendkirin, eger bê zanîn ku kesên karta wan a ragihandinê heye, ne xwediyê wan taybetmendiyên rojnamevaniyê ne ku di yasayê de hatine diyarkirin, yan jî ev taybetmendiyên xwe ji dest dane, dê karta wan a ragihandinê ji aliyê Serokayetiya Ragihandinê ya Tirkiyê ve bê betalkirin.
Beşek ji arlamenterên partiyên opozîsyonê nerazîbûna xwe li beramber vê maddeyê û projeyasayê anîn ziman.
Parlamenterê HDPê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ameje bi wê yekê da ku ev projeyasa li dijî demokrasiyê ye û got: “Ma hûn dê biryarê bidin ka kî dê bibe rojnamevan an jî karta wî ragihandinê bê hilweşandin yan na. Li welatên pêşketî rêxistinên rojnamevaniyê vê biryarê didin.”
Parlamenterê Zonguldakê yê CHPê Unal Demîrtaş jî ragihand “Bi vê projeyasayê hewil tê dayîn ku mafê raman û azadiya raderbirînê bê rakirin. Divê ev yasa careke din din çavan re bê derbas kirin û ew maddeyên li dijî destûrê bên paşdekişandin.”
Li Parlamentoya Tirkiyê herî dawî ji 40 xalên “Projeyasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast” 14 xalên destpêkê hatibûn pesendkirin.
Eger yasaya medyaya civakî li parlamentoyê bi temamî bê pesendkirin, dê li gor yasayê rojnamevan û kesên li ser medyaya civakî parvekirinan dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin. Eger parvekirin bi navekî nihênî yan li ser navê rêxistinekê bê kirin, dê ceza bi qasî nîvê cezayê hatiye dayîn bê zêdekirin.
Eger platformên medyaya civakî yên wek Twitter, Facebook û Youtube û yên din di dema xwestî de bersiva daxwazên saziyên hikûmetê nedin dê cezayê pereyan li wan bê birîn. Dê kesên nûçeyên astengkirî parve dikin an şiroveyan li bin dinivîsînin bên cezakirin.