Gul: Dê li Rojhilata Navîn sûprîzên nû derkevin
Navenda Nûçeyan - Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul dibêje, dibe ku bûyerên nû li Rojhilata Navîn rû bidin û ji ber wê jî, pêwîst e Tirkiyê siyaseta xwe li Rojhilata Navîn û cîhana erebî biguhere.
Abdullah Gul û Serokoamrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erodgan ji bo fitara Komeleya Dostanîyê li Stenbolê hatibûn vexwendin. Gul li wir axaftinek pêşkêş kir û got ku heta niha pirsgirêka Felestîniyan çareser nebûye û aştiyeke mayinde jî çênebûye û welatên îslamî jî li hev nakin, pêwîst e Tirkiye weke berê rola xwe ya alîkarî û serkêşiyê bilîze.
Gul diyar kir ku li Rojhilata Navîn aloziyên nû derketine û dibe ku tiştên pir balkêş li herêmê rû bidin, ji ber vê jî divê Tirkiye li hemberî wan aloziyan pir bi hestiyarî tev bigere.