Mexdûrên erdhejê êdî alîkariyê wernagirin

Hewlêr (Rûdaw) - AFADê ragihand ku ew dê êdî alîkariya kirê nede mexdûrên erdhejên 6ê Sibatê.

6ê Sibata 2023yan li Mereşê du erdhejan rû da û van erdhejan bandor li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.

Di van erdhejan de herî kêm 53 hezar û 537 kes mirin û bi sed hezaran avahî ji binî rûxiyan.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) piştî erdhejê alîkariya kirê dida mexdûran.

AFADê doh peyamek ji mexdûran re şand û got ku ew dê ji meha hezîranê pê ve êdî alîkariya kirê nede mexdûran.  

Heta niha jî bi hezaran malbatên mexdûrên erdhejê di konteyneran de dijîn.

Mexdûrên erdhejê ji ber vê biryara AFADê xemgîn in û dê barê wan ê jiyanê girantir bibe.