Li Bursayê mînîbusa karkeran qeza kir; mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Osmangazî ya ser bi parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê ve mînîbusa veguhestina karkeran û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de karkerekî canê xwe ji dest da û 9 karker jî birîndar bûn.

Li navçeya Osmangazî ya ser bi parêzgeha Bursayê ve îro Duşemê 12ê Hezîrana 2023an mînîbuseke veguhestina karkeran û otomobîlek li hev qelibîn û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, karkerekî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 9 karker jî birîndar bûne.

Karkerên birîndar ji bo nexweşxaneyên parêzgehê hatin veguhestin lê ti zanyariyên din derbarê rewşa tenduristî ya birîndaran de nehatine belavkirin.