ISIGê rêjeya karkerên zarok ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG), li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 2 milyon zarokên karker hene.

Îro 12ê Hezîranê Roja Tekoşîna Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanî ye ku ji sala 2002an ve ji aliyê Rêxistina Xebata Navdewletî ve tê pîrozkirin.

Li gor amarên Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 2 milyon zarokên karker hene. Ji ber hejariyê hejmara zarokên karker sal bi sal zêdetir dibe. Di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de 11 zarokên karker canê xwe ji dest dane.

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) yên sala 2022an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %18.7ê zarokên temenê wan di navbera 15-17an de karkeriyê dikin. Ev rêje sala 2021an %16.4 bû. Rêjeya zarokên kur ên dixebitin ji %27 û yên keç ji %10 e.

Lêkolînerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Deniz Buyukbulut ragihand ku sedema herî mezin a zêdebûna karkerên zarok hejarî ye.

Deniz Buyukbulut dibêje, “Bi taybetî di dema enflasyona bilind de ku hêza kirînê namîne û dahata giştî ya malbatê kêm dibe, divê rîska zêdebûna karkerên zarok li ber çav bê girtin.”