Dogu Ergîl: Parlamentoya Tirkiyê dê bi hebûna HDPê bêhtir bibe demokratîk

Enqere (Rûdaw) - Akademîsyen û civaknas profesor Dogu Ergîl balê dikişîne ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya derbaskirina benda 10 û dibeje parlamentoya Tirkiyê dê bi hebûna HDPê bêhtir bibe demokratîk, piranîxwaz û temsîlker.

 

Li gorî profesor Dogu Ergîl, di gera duyem a hilbijartina serokomariyê de dê namzetê CHPê Muharem Înce û serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan rikeberiyê bikin.

 

Ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê edî demeke kurt ma. Wek Tora Medyayî ya Rûdawê em jî beriya hilbijartinan nêrinên rewşenbîrên Tirkiyê tînin ser ekranê. Vê carê mêvanê Rûdawê akademisyen û civaknas profesor Dogu Ergîl e. 

 

Dogu Ergil bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Kemal Avcî yên derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de da.

 

Berbijêrên serokkomariyê dest bi kampanyayên xwe kirin. Silhedîn Demîrtaş ji ber ku di girtîgehê de ye kampanyayê xwe herî zedê li ser torên civakî bi rêve dibe. Hûn van kampanyayan çawa dibînin. Li gorî we kampanyayên kîjan berbijerî serkeftî ye?

 

Em niha welatekî ku di qeyrana aboriyê de ne. Di warê aboriyê de yên ku mirovan qanî bikin û rihet bikin bê gûman dê bêhtir balê bikêşin ser xwe. Lê Tirkiye ewqas dabeş bûye ku her lîderê her beşê ji bo şopînerên xwe çi bêje bi bandor dibe. Bi destxistina şopîneran dengdêrên beşên din pir ne hêsan e. 

 

Ger hilbijartina serrokkomariyê bimîne gera duyem li gorî we li hemberî Erdogan şansê Akşener an înce zêde ye.

 

Niha dengê CHPê hîn zêdetir in. Xûyaye ku Muharem Înce dengên CHPê konsolîde kirine. Yanî pir zêde dengên wendayî çênabin li wir. Dengên îtifaqa milet jî weke ku serokên wan partiyan dibêjin di tûra duyem de dê ji bo Înce werin dayîn. Herwiha îhtimaleke mezin Înce dê bibe namzed ji Meral Akşener zêdetir. Muharem Înce dê bibe namzedê duyem. Namzedê yekem diyar e. Serokkomarê niha. 

 

Weke hûn jî dizanin HDP li derveyî îtifaqan ma. Di hilbijartina gera duyem de dê helwesta Kurdan çi be?

 

Eger ku ew benda sedî 10an derbas bikin di parlamentoyê de temsîla HDPê tê temsîla piraniya Kurdan jî. Bi bandorbûna parlamenterên Kurd a di parlamentoyê de ji bo çareserkirina kêşeya Kurd a siyasî şansekî mezin e ku li gorî gelek kesan keşeya Kurd dîsa bûye kêşeya terorê û dê qebûl nakin. Ev a yekem e. Duyem jî siyaseteke bêhtir bi hevsengî çêdibe. Pê siyaseteke bêhtir lihevker li dijî siyaseteke şerker, çêdibe. Sêyem jî ew e ku pê wê hêza yekdestî ya ku niha jî heye pê were astengkirin. Yanî partiyek bi giraniya xwe bikaribe her tiştî bike, bikaribe bêkontrol bimîne, bikaribe biryarên xwe weke qanûnan bisepîne, yanî jixwe biryarnameyên di hukmê qanûnan de ev e. Ku bi pasîfîzekirina parlamentoyê ev yek pêk tê. Carekê biryar tê dayîn û dû re her tim bi fermanên hikûmet pêk tên. Yanî bi saya wê yekê ev gişt bi dawî dibin. Yanî parlamentoyeke hîn demokratîk, hîn piranîxwaz û temsîlker pê pêk tê.