Serokê Heyva Sor a Tirkiyê dest ji kar kişand

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyva Sor a Tirkiyê Kerem Kinik ê ku di erdhejên navend Mereşê 6ê Sibatê de bi firotina konan bûbû rojev berî hilbijartinên 14ê Gulanê dest ji kar kişand.

Serokê Heyva Sor (Kizilay) a Tirkiyê Kerem Kinik di roja sêyemîn a erdheja Mereşê de firotina konan ji bo komeleya alîkariyê ya sivîl Ahbapê piştrast kiribû û gotibû, “Hevkariya me kiriye exlaqî ye, lojîkî û yasayî ye. Kesên mijarê berovajî dikin an mijar fêm nekirine yan jî nêta wan xirab e.”

Roja Înê 12ê Gulana 2023an ku 2 roj mane ji hilbijartinên 14ê Gulanê re Serokê Heyva Sor a Tirkiyê Kerem Kinik dest ji kar berda.

Ekrem Kinik dema firotina konên Kizilayê ketibû rojeva Tirkiyê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû wan di roja sêyemîn a erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de 2050 kon ji bo komeleya Ahbapê hatine firotin ku damezrîner û serpereştyarê wê hunermend Haluk Levent e.

Haluk Levent jî piştrast kiribû ku wan di roja sêyemîn a erdhejê de ji ber pêwîstiya bilez ji bo welatiyan bi bihayê 46 milyon lîreyên Tirkî ji Heyva Sor 2050 kon kirîne.

Ligel nerazîbûna raya giştî û partiyên siyasî Kerem Kinik zêdetirî 3 mehan dest ji kar bernedabû û parastina karê ku kiribûn kir.

Beriya çend rojan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser pirsa heman mijarê gotibû ew ji ber tiştekî wiha xemgîn e.