Parêzbendî di rojeve TBMMê de ye!

Navenda Nûçeyan - Ak Partî ji bo parêzbendiya parlamenteran bê rakirin pêşniyarek guhertina Makezagonê ji Parlamentoya Tirkieyê re (TBMM) pêşkêş kir.

 

Pêşniyar ji 2 madeyan pêk tê ku îmzaya 316 parlamenterê AK partiyê lê hene.

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû di civîna gruba partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û tê behsa temambûyîna îmzeyan kir.

 

Davûtoglû got, “Îro,sibe emê pêşniyara xwe ji parlamentoyê re pêşkêş bikin. ”

 

Ak Partiyê di danê êvarê de jî, pêşniyarek guhertina Makezagonê ji TBMMê pêşkêş kir bo parêzbendiya parlamenterên wan ên di derbarê wan de dosye hatiye çêkirin, bê rakirin.

 

Davûtoglû di derbarê mijarê de wisa axifî:

 

“Ji bo parêzbendiya parlamenterên destekê didin teror û terorîzmê bê rakirin, me îmze berhev kir da ku guhertina Makezagonê pêk were. Îmze temem bûn; demek pêş niha min jî îmze dawiyê avêt. Înşela îro, sibe parlamenterên me dê pêşniyarê li TBMMê pêşkêş bikin.”